Îlon 17, 2018 17:42 Asia/Tehran
  • Goreka komkî ya jin û zarokên Êzdî li Mûsila Iraqê hat dîtin

Berdevkê Fermadetiya Operasiyona Nêynewayê qala peydakirina goreka komkî li bakurê Mûsilê kir ku têda hin meytên jin û zarokên Kurd ên êzdî hebûn.

Li gorî rapora Kurd Press`ê, Berdevkê Fermadetiya Operasiyona Nêynewayê, Mihemed Cebûrî ragihand ku hêzên iraqî bi operasiyona lêgerînê li navçeya Teklîfê li bakurê bajarê Mûsilê li parêzgeha Nêynewayê, goreka komkî vedîtin.

Berdevkê Fermadetiya Operasiyona Nêynewayê her wiha got ku di nav vê gora komkî da bermayiyên meytên 18 kes jin û 5 zarokên kurd ên Êzdî heen ku ji liyê DAIŞê va hatine kuştinê.

Meytên vedîtî radestê pizişkiya qanûnî ya Mûsilê hatine kirin û kiryarên ji bo diyarbûna xizmên wan jî dest pêî bûne.

DAIŞê di roja 3ê tebaxa sala 2014an da êrîşî ser bajarê navçe û bajarê Şengalêwek cihê jiyana Kurdên Êzdî kir û dest bi tevkujiya berfireh, kolegirtin û kirrîn û firotina kurdên êzdî kir û piştî azadkirina Şengal û Mûsilê û navçeyên din ên parêzgeha Nêynewayê, heta niha bi dehan gorên komkî ji meytên êzdiyan hatine vedîtin.

Hîn tu agahiyek ji çarenivîsa bi hezaran kes ji kurdên êzdî tune.