Îlon 17, 2018 16:45 Asia/Tehran
  • Wezîra Berevanîyê ya Almanya: Pêwîst e hevkariya leşkerî pêşkêşî Pêşmerge bibe

Wezîra Berevanîyê ya Almanyayê Ursula Von Der Leyen ragihand, pêwîst e çek bo Pêşmerge û hêzên din bên dayîn, ta ku li hemberî DAIŞ`ê bisekinin û wê jinav bibin

Wezîra Bergîriyê ya Almanyayê Ursula Von Der Leyen ku duh êvarê gihîşt Herêma Kurdistanê, îro di dema serdana navendeke rahênankirina Pêşmerge de li Hewlêrê konferanseke rojnamevanîyê lidar xist.

Ursula Von Der Leyen ragihand, pêşketinên berçav li Herêma Kurdistanê pêk hatine û ti carî  xebata Pêşmergan di têkşikandina DAIŞ`ê de ji bîr nakin.

Wezîra Bergîriyê ya Almanyayê herwiha got: “Pêwîst e hevkariya leşkerî pêşkêşî hêza Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê bibe, ji ber ku hîn ideologya DAIŞ`ê maye.”

Wezîra Bergîriyê ya Almanya ji destpêka şerê li dijî DAIŞê ve, çendîn caran serdana Herêma Kurdistanê kirîye û berî serdana îro, di Sibata îsal de jî serdana Hewlêrê kir.