Îlon 17, 2018 16:33 Asia/Tehran
  • YNK`ê nekarî berendamekî ji bo serokomartiyê bide nasandin

Ofîsa siyasî ya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) li civîna xwe li Silêmaniyê careka din nekarî berendamê xwe yê dawiyê ji bo posta serokomartiya Iraqê bide nasandin.

Li gorî rapora ISNA`yê, Piştî wê ku berendamtiya Berhem Salih ku pêştir wek mêrê hejmara du yê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) dihat zanîn, ji aliyê pirraniya endamên ofîsa siyasî ya vê partiyê va nehat pejirandin, rikeberî kete navbera çar kes ji rêberên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) yanî Mihemed Sabir, Letîf Reşîd, Mile Bextiyar, serokê desteya giştî yab ofîsa siyasî ya vê partiyê û Fuad Mesûm endamê ofîsa siyasî ya vê partiyê û serokomarê niha yê Iraqê.

Tevî vê yekê ku Behem Salih ji ji Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) cuda bûye û partiyeka siyasî bi navê Hevpeymanî ji bo edalet û dêmokrasiyê damezirandiye, lê hema wisa wekn cîgirê duyem ê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) dixebite.

Li gorî agahiyên çavkaniyên agah,Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) piştî civîna xwe ya bêencam ji bo nasandina berendamnê xwe bona posta serokomartiya Irqê tûşî dudestetî û nakokiyê bûye. Koma yekem ku piraniya endaman in pişta Mela Bextiyar û koma duyem pişta letîf Reşîd wezîrê berê yê avê yê dewleta Iraqê girtin.

Li gorî ragiahndina van çavkaniyan, Rêberên girêdayî bi binemala Talebaniyan pişta letîf Reşîd girtin, lê rêberên din ên vê partiyê ji Mela Bextiyar piştgirî kirin ku zêdetir li nav endamên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) tê hezkirin û pêwendiyeka xurt bi Partiya Dêmojkrat a Kurdistana Irqê û serokê wê yanî Mesûd Barzanî heye û vê yekê şansê wî ji bo piştrastbûna ji aliyê Partiya Dêmokrat va zêde kiriye.

Li vî halî enamekî hevpeymaniya ji bo Edalet û Dêmokrasîyê got:

Posta serokomartiya Iraqê pişk û para kurdan e nek Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK).

Şêx Mihemed Sergelûyî ji endamên Hevpeymaniya ji bo Edalet û dêmokrasiyê li Herêma Kurdistana Iraqê destnîşan kir ku posta serokoamrtiya Iraqê li gorî lihevkirina navebra kurdan û partiyên iraqî para kurdan e û di salên bihurî da jî Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) û Partiya Dêmokrat a Kurdistana Iraqê li gorî lihevkirinên stratijîk postên bingehîn ên Iraqê û herêmê navbera xwe da parve kirine.