Îlon 16, 2018 20:59 Asia/Tehran
  • YNK, Berhem Salih ji bo posta serokomarîya Iraqê nekir berbijarê xwe

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Berhem Salih wekî berbijarê posta serokomariya Iraqê, hilnebijart. Berdevkê YNK jî ragihand ku ew ê kesekî ji bo serokomariya Iraqê bikin berbijar ku endamê partiya wan be.

Civîna serkirdetiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ya ji bo destnîşankirina berbijêrekî ji pênc kesên ku ji bo posta serokomariya Iraqê xwe kiribûn namzed bi dawî bû, yek ji wan pênc kesan Berhem Salih bû.

Li gor agahîyan, niha tenê du berbijar ji bo serokomariya Iraqê hene; Mela Bextiyar û Letîf Reşîd. Di civînê de malbata Celal Talebanî piştgiriya Letîf Reşîd kirîye.

Tê gotin piştî ku Berhem Salih qebûl nekir ku vegere nav YNKê, wan jî dest ji wî berdan, lewma berbijarê din ma ku ew jî Letîf Reşîd e ku mêrê Şanaz Îbrahîm Ehmed e. Li hember wî jî Mela Bextiyar heye ku beşek ji serkirdetiya YNKê piştgiriya wî dikin daku bibe berbijarê YNKê yê ji bo posta serokomariya Iraqê.

Seidî Ehmed Pîre derbarê namzedbûna Berhem Salih de ji rojnameya Şerqul Ewsetê re ragihandiye: “Heta niha jî PDK û YNKê li ser destnîşankirina namzedeke hevpar li hev nekirine. Careke din em ê bicivin û berbijarekî diyar bikin. Ji ber ku Berhem Salih ne endamê YNKê ye, heta niha jî berbijarkirina wî di bernameya me de nîne.”

Lê Berdevkê YNKê di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re got, ku wî behsa Berhem Salih nekiriye û tenê gotiye YNK dê kesekî ji bo postê serokomariyê bike berbijar ku endamê partiya wan be.

Piştî diyarkirina serokatiya Parlamentoya Iraqê, ku para Sunneyan bû, wê deng li ser serokomar were dayîn. Ji ber ku pêwîst e namzedê serokomariyê diyar bibe. Posta serokomariyê para Kurdan e lê heta niha jî ev mijar nehatiye yekalîkirin.

Li gorî agahiyan PDKê di vê mijarê de YNK agahdar kiriye û ragihandiye ku posta serokomariyê para PDK ye.