Tebax 08, 2018 14:19 Asia/Tehran
  • Karbidestekî YNK: Hejmartina bi destan a dengên parlemana Iraqê sedî 75 kuta bûye

Karbidestekî Yeketiya Niştîmaniya Kurdistana Iraqê (YNK) ragihand ku heta niha sedî 75 ji dengên hilbijartina parlemanî ya Iraqê bi destan hatine hejmartin û heta niha ti alûgorek di encama vê hilbijartinê de çê nebûye.

Li gor rapora ajansa nûçan a Kurd Press`ê , Seidûn Feylî Berpirsê liqa YNK li Bexdayê li gotûbêja xwe ya tev SNN got: Heta niha sedî 75 ji dengên hilbijartina dewra çaran a hilbijartian parlemanî ya Iraqê bi destan hatine hejmartin û heta niha ti guhertinek di encama vê hilbijartinê de çê nebûye.

Wî got: Herçend hindek ji partiyên iraqî nerezamendiya xwe li hemberî hejmartina dengan bi sîstema elektronîkê dabûne diyarkirin û serê axirê jî biryar hate girtin ku dengê xelkê bi destan bê hejmartin, lê rastî eva ye ku hejmartina dengan bi destan jî tu tesîrek li ser encama hilbijartinan nekiriye.