Êrişa hewayî ya artêşa Tirkiyê ser hin navçeyên Dihokê
Tîrmeh 14, 2018 17:49 Asia/Tehran
Balafirên artêşa Tirkiyê navçeya Şêladizê ya li Amêdiyê ser bi parêzgeha Dihokê li Herêma Kurdistana Iraqê da ber bombeyan.
Li gorî rapora Kurd Press`ê, li saetên dawiyê yên şeva buhurî, balafirên cengê yên artêşa Tirkiyê, gundên nêrwe û rêkaniyan li navaça Şêladizê dan ber bombeyan.
Navçeyên bomebaranbûyî yên li Dihokê, ji navçeyên geştyarî û seryangehan tên hesêb.
Çavkaniyên xwecî ragihandin ku binavahî, zewiyên cotkariyê û giyayên van navçeyan ji ber berdewamiya êrişên Tirkiyê gelek xisar dîtine.
Êrişên berdewam ên Tirkiyê ser Herêma Kurdistana Iraqê bi mihaneya êrişa ser PKK`ê cih tên lê gelek analîzor û raya giştî ya li Herêma Kurdistana Iraqê, ser vê bawerê ne ku armanca sereke ya Tirkiyê, dagîrkirina hertimî ya van navçeyan e.