Tîrmeh 14, 2018 17:46 Asia/Tehran
  • Destpêbûna jinûvehejmartina bi destan a dengên hilbijartina Meclisa Iraqê li Dihokê

Jinûvehejmartina bi destan a dengên dewra çaran a hilbijartina Meclisa Iraqê li parêzgeha Dihokê ya Herêma Kurdistanê destpê bû.

Li gorî rapora Kurd Press`ê, îro Şemiyê, 14`ê Tirmehê, pêvajoya jinûvehejmartina bi destan a dengên dewra çaran a hilbijartina Meclisa Iraqê li parêzgeha Dihokê ya Herêma Kurdistanê destpê bû.

Partiyên nerazî yên li Herêmê ji wan Hevgirtina ji bo Demokrasî û Dadê, Tevgera Goranê, Yekgirtûya Îslamî û Cimaeta Îslamî ku ser vê bawerê ne ku li hilbijartina li Herêmê sextekariya berfireh hatiye kirin, ev jinûvehejmartinê protêsto kirine û nûnerên xwe ji bo ji nûvehejmartinê neşandine.

Berî niha jinûvehejmartina bi destan a dengên Kerkûk, Hewlêr û Silêmaniyê cih hatibûn û anegorî amarên destpêkê, encamên jinûvehejmartina bi destan a dengan ku bi awayekî bisînor û tenê ji bo sîndoqên ku nerizamendî li hember hejmara wan de hebûn, cih hat, wek encamên hejmartina dîcîtal a dengan bû.

Partyên nerazî dixwezin ku hemî deng bi destan werin hejmartin, lê jinûvehejmartina bi destan a dengan ku bi awayekî bisînor û tenê ji bo sîndoqên ku nerizamendî li hember hejmara wan de hebûn, cih hat.