Tîrmeh 12, 2018 18:06 Asia/Tehran
  • Destpêbûna pêla nû ya hatina awareyên başûrê Iraqê ber bi Herêma Kurdistanê ve

Berpirsê wezareta karên penaber û koçberên Iraqê li Silêmanîyê ragihand ku ji ber bêewlehîtî û nebûna xizmetguzarîyan, pêla nû ya hatina awareyên parêzgehên başûrê Iraqê ber bi Silêmanîyê ve destpê bûye.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Kurdpress`ê, Çîya Hisên berpirsê wezareta karên penaber û koçberên Iraqê ragihand ku di hefteyên vê dawîyê de pêla nû ya hatina awareyên parêzgehên başûrê Iraqê bo Herêma Kurdistanê destpê bûye û ev yeka jî ji ber nebûna ewlehî û xizmetguzarîyên pêwîst li deverên hanê ye.

Berpirsê wezareta karên penaber û koçberên Iraqê li silêmanîyê herwiha got: di çend rojên buhurî de 45 malbat ji Kerkûk û Xormatoyê ji hêla vê dezgehê ve li kempên taybetî awareyan li parêzgeha Silêmanîyê hatine bicihkirin.

Ji sala 2014`an ve û hevgavê destpêbûna şerê DAIŞ`ê zêde ji milyonek û 800 hezar aware ji deverên curbicur ên Iraqê û deverên kurdnişîn ên Sûrîyê derbasî Herêma Kurdistana Iraqê bûne û hatine bicihkirinê û bi ragihandina têkçûn û kutabûna DAIŞ`ê li Iraqê pişkeke wan zivirîne mal û warê xwe.