Tîrmeh 11, 2018 17:56 Asia/Tehran
  • Yekgirtûya Îslamî ya Herêma Kurdistana Iraqê: Bila posta  Serokatiya Herêma Kurdistanê bê rakirinê

Serokê Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî li Parlimana Herêma Kurdistana Iraqê Bêhzad Zêbarî ragihand, ku yan divê 30`yê Îlonê hilbijartinên Serokatiya Herêma Kurdistanê jî werin lidarxistin an jî ev posta idî nemîne. Parlimana Herêma Kurdistana Iraqê jî yasaya sekinandina dezgeha Serokatiya Herêma Kurdistanê pejirand.

Serokê Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî li Parlimana Herêma Kurdistana Iraqê Behzad Zêbarî di civîneke çapemeniyê de ragihand, ku pêwîst dikir ji sala 2007`ê ve Herêma Kurdistanê xwediyê destûreke mayînde biba û sîstema parlamenteriyê peyrew bikira lê ji ber kêşe û nakokiyên siyasî heta niha jî destûreke wiha nîne.

Zêbarî got: “Li gorî yasaya jimare 2 ya sala 2017 divîya hilbijartina Serokatiya Herêmê jî ligel yên Parlimana Herêma Kurdistanê di 30`yê Îlona îsal de bihata encamdanê. Lê serokê hikûmetê rê neda vê yekê. Desthilatên Serokatiya Herêmê bi ser parlamento, desteya wezîran û dezgeha dadwerîyê de hatine parvekirin.”

Wî herwiha da xûyakirin: “Niha derbarê vê mijarê de 2 proje li parlimanê hatine raberkirin. Yek ji wan daxwaz dike ev post nemîne. Bi nêrîna me jî ev mijar bûye çavkaniya nakokî û pirsgirêkan di navbera aliyan de.”

Derbarê nêrîna partiya xwe de Behzad Zêbarî got: “Rewşa Herêma Kurdistanê ji aliyê siyasî, ewlekarî û aborî ve dest nade ev pirsgirêk were paşxistin. Em li ber du bijardeyan in; yan divê 30`yê Îlonê hilbijartina Serokatiya Herêma Kurdistanê jî were lidarxistin an jî ev posta idî nemîne.”