Tîrmeh 08, 2018 18:51 Asia/Tehran
  • Çar partiyên kurdan ên Herêma Kurdistanê: An hemû deng an jî boykot

Tevgera Goran, Komel û Yekgirtûya Îslamî û Hevpeymanîya bo Demokrasî û Dadperwerîyê ragihandin, ku yan dê hemû dengên Silêmaniyê bi dest werin hejmartin an jî ew dê vê pêvajoyê boykot bikin.

Li gorî rapora medyayên Herêma Kurdistana Iraqê, Tevgera Goran, Komela Îslamî, Yekgirtûya Îslamî û Hevpeymanîya bo Demokrasî û Dadperwerîyê li bajarê Silêmaniyê civiyan.

Di civînê de her çar partî gihiştine wê biryarê ku eger hemû dengên sindoqên parêzgeha Silêmaniyê bi dest neyên hejmartin ew dê vê pêvajoyê boykot bikin.

Biryar e roja Sêşemê 10-07-2018 li Silêmaniyê dengên li hinek sindoqan bi dest werin hejmartin.

Li gorî agahîyan li Silêmanîyê 3 hezar û 200 navendên  dengdanê hebûn, lê aliyan tenê li ser 450 navendan gilî tomar kiribûn.

Berdevkê Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) Seidî Ehmed Pîre jî di vî warî de ji nûçegihanan re ragihand, ku hejmartina dengan li gorî dilê wan çar aliyan nabe û dê li gorî briyara Dadgeha Federal a Iraqê be.

Pîre amajeyî wê yekê jî kir ku ji bo wan ne pirsgirêke ku deng bi dest werin hejmartin û got: “Ji ber ku hejmartina dengan dê encaman neguhere.”

Di encama hilbijartinan de li Silêmaniyê YNK`ê 8 kursî, Tevgera Goran 4, Nifşê Nû 2, Hevpeymanîya bo Demokrasî û Dadperwerîyê, Komela Îslamî û PDK`ê jî kursiyek bi dest xistibûn.