YNK: Zêde ji sedî 90`ê demgên ku li Kerkûkê dedubare hatine hejmartin wekî berê ne
Endamê nivîsgeha siyasî yê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistana Iraqê(YNK) dibêje: Sedî 93 ê dengên xelkê Kerlûkê ku dubare bi destan hatine hejmartin ti guhertinek tê de neketiye ber çav û her wek encama hejmartina berê ya elektronîk e.
Li gorî rapoa roja yekşemiyê ya Fars News`ê, Mela Bextiyar ji endamên nivîsgeha siyasî ya Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê li civîneke rojnamevaniyê ya hevpar tev taximek ji hevalbandiya Fethê û hevlbandiya Dewleta Qanûnê, hêvî kir ku dewleta nû ya Iraqê pirsgirêkên berê ji holê rake û şaştiyên berê dubare neke û hemî xalên qanûna bingehîn a Iraqê cih bîne.
Mela Bextiya destnîşan kir: Taximeke hevpar ji Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê û partiya Demokratîk a Kurdistana Iraqê dê herin Bexdayê.
Di hemne demê de, du taxim bi nûneratiya ji hevalbendiya Fathê bi serokatiya Hadî Amêrî û hevalbendiya Dewleta Qanûnê bi serokatiya Nûrî Malikî piştî hizûra li Hewlêrê bi taxima partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê re hevdîtin pêk anîn.
Ehmed El-ESedî, serokê taxima hevalbendiya Faethê û Hesen El-Senîd, serokê taxima Dewleta Qanûnê, muzakire erênî nirxand û destnîşan kir: Nihêrîn li hev nêzîk bûn û hemî divê berpirsiyariya qonaxa niha bigrin istûyê xwe da ku dewleteke neteweyî li Iraqê were avakirin.
Dadgeha qanûna bîngehîn a Iraqê, 21 Hezîranê, plana îbtalkirina encamên hilbijartinên dervey welêt û hejmartina destî ya sedî dehê hemîdengên hilbijartinên parlemanî yên vî welatî raghand.
Hejmartina destî ya dengên hilbijartinên parêzgehên Kerkûk, Silêmanî, Hewlêr, Dihok, Neynewa, Selahedîn û Enbarê destpê bûye.