Tîrmeh 08, 2018 13:57 Asia/Tehran
  • Firokeyên Tirkiyê yekemîn car devereke nêzîkî Duhokê bombedûman kirin

Firokeyên şêr ên artêşa Tirkiyê êrişî ser sînorên Amêdiyê ku 40 kîlometrî ji Duhokê dûr e kirin û gelek xisr gihandin sivîlan û mal û milkên wan.

Li gor nûçeya Rûdaw TV ji Duhokê firokeyên şer ên Tirkiyê sînorê bajarokê Mangêşkê yê ser bi navçeya Amêdiyê ya parêzgeha Duhokê bombedûman kirin. Ev yekemîn car e ku firokeyên Tirkiyê herêmeke ew qas nêzîkî Duhokê bombedûman dikin.

Li gor vê nûçeyê firokeyên şer ên Tirkiyê gundê Osmana yê ser bi bajarokê Mangêşkê li nêzîkê Duhokê bombedûman kirine, Ji ber vê bombedûmanê agir bi derdora gund ketiye.

Ew cihê hatiye bombedûmankirin tenê 40 kîlometran dûrî navenda parêzgeha Duhokê ye û yekem car e Artêşa Tirkiyê cihekî bombebaran dike ku hewqasî nêzîkê Duhokê be.

Hêjayê gotinê ye, ku artêşa Tirkiyê bi hinceta hebûna kampên PKKê gelek caran sînorên Herêma Kurdistana Iraqê bombedûman dike. Ji ber van bombedûmanan gelek ji hemwelatiyên herêmê ên sivîl tên kuştin û birîndar dibin û gelek xisarên madî jî li wan dikeve.