Depoya çaran a çek û sîlahan li kurdistana Iraqê teqiya
Tîrmeh 06, 2018 14:52 Asia/Tehran
Bingehên xwecî li Herêma Kurdistana Iraqê ji teqîna depoyeke din a çek û sîlahan li gundên rojhilata Suleymaniyê xeber dan.
Li gor rapora ajansa nûçan a Kurdpress`ê, îro serê sibehê depoyeke din a çek û sîlahan li gundekî derûdora Suleymaniyê teqiya.
Şahidekî vê rûdawê ragihand ku depoyeke çek û sîlahan li gundê Kurdcanê li derûdora Raniyê li rojhilata Suleymaniyê teqî.
Hîn hûrgiliyên vê nûçeyê belav nebûne.
Somiriye Newsê jî ragihand ku eva depoya çaran e ku li hefteya bihurî li Herêma Kurdistana Iraqê diteqe.
Sê teqînên dinê yên çek û sîlahên hêzên pêşmerge yên Herêma Kurdistana Iraqê li parêzgehên Suleymaniye, Hewlêr û Dihûkê teqiyabûn.