Hîndekariya farisî li zanîngeha Raperînê ya Kurdistana Iraqê
Navenda hîndekariya zimanê farisî bi hevkariya serkonsûlgeriya Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêr li zanîngeha Raperîna Herêma Kurdistana iarqê hat damezrandin.
Li gorî rapora IRNA`yê, dewra hîndekariyê ya zimanê farisî bi beşadriya Huseyn Êstîrî şêwirmenê çandî yê Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê, berpirsên zanîngeha Raperînê û berpirsên bajarê Ranyê li zanîngeha Raperînê karê xwe destpê kir.
Estîrî bal kişand ser vê yekê ku piştî kutabûna dewrê, dê belgeya tafêla zimanê farisî ji beşdaran re were raberkirin û got: Lidarxistina dewreyên wisa li zanîngeha Raperînê dê bidome.
Serokê kalêca zanistên însanî yên zanîngeha Raperînê jî got: Zanîngea Raperînê ji bo lidarxistina dewreyên zimanê farisî amade ye û dê ji zanîngehên Îranê ji bo lidarxistina dewreyên nû alîkariyê bistîne.