Hezîran 20, 2018 19:50 Asia/Tehran
  • NY bersiva daxwaza Hewlêrê ya têkildarî deverên kêşeliser ên Iraqê neda

Nunerê NY li Iraqê daxwaza partîyên serdest ên Herêma Kurdistanê têkildarî pêngavrakirina ji bo cihanîna destûra bingehîn a Iraqê di warê kivşkirina deverên kêşeliser ên Iraqê qebûl nekir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Kurdpress`ê, Konseya Ewlehîyê ya NY di 14`ê Hezîranê dedema erkdarîya Yan Kobîş nunerê taybet ê NY li Iraqê salekê dirêj kir. Berî vîya partîyên serdest ên Herêma Kurdistana Iraqê ji wî xwestibûn ku pêngavrakirina ji bo cihanîna madeya 140 a destûra bingehîn a Iraqê ku têkildarî kivşkirina çarenûsa deverên kêşeliser di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de ye, bixe lîsteya erk û planên xwe lê di lîsteya erkên nû ya Yan Kobîş li Iraqê de hatîye ku ew ê rawêjkarî û alîkarîyê di çarçova venihêrîna destûra bingehîn û cihanîna madeyên wê de raberî dewleta Iraqê bike û bi awayekî zelal basa cihanîn mdeya 140`ê nehatîye kirin.

Hin mêdyayên Herêma Kurdistanê qebûlnekirina daxwaza Hewlêrê ji hêla NY ve bi wateya işkesta PDK û YNK wek partîyên serdest yên Herêma Kurdistanê têkildarî çareserkirina pirsgirêka deverên kêşeliser zanîne û herwiha ev yeka işkesta dîplomasîya van partîyana nirxandine.