Hezîran 17, 2018 12:39 Asia/Tehran
  •  Girtina zêde ji 2700 endamên DAIŞ`ê li Herêma Kurdistana Iraqê li sê mehan

Rayedarên Herêma Kurdistana Iraqê li bara girtina 2750 terorîstên DAIŞ`ê ji dawiya sala 2017` an heya Adara 2018`an agahî dan.

 Li gorî rapora roja şemiyê ya  ISNA`yê, û ji zarê rojnama misrî ya El-Yewm Ul-Sabie, Dîndar Zêbarî, berpirsê şopandina raporên navneteweyî li hikûmeta Hewlêra Iraqê got: Piraniya girtiyan, iraqî û yên din ji welatên  erebî û biyanî ne.

 Zêbarî her wiha got: Herêma Kurdistana Iraqê bi sedan kes ji van girtiyan li gor daxwaza dewleta federal radestî Bexdayê kirine û amade ye ku hejmareke zêde jî radestî dewleta navendî bike.

 Li gor nûçeyeke din, hikmê hewsa hetahetayî ya 350 terorîstên jin ên welatiyên erebî li Iraqê hatiye dayîn.

Çavkaniyeke ewlehiyê li vê barê ji Someriye Newsa Iraqê re got: Kesên hanê piştî dayîna  hikmê hewsa hetahetayî hatin guhestin bo zindana Îslahê li Kazimiyeya Bexdayê.

 Teşkîata Dadweriyê ya Irarqê heya niha bi sedan kes ji endamên DAIŞ`ê ku piraniya wan welatiyên  ereb an  ji welatiyên rojavayî ne, mehkeme kiriye. Pêştr hikmên  îdam an hewsa hetahetayî ji bo dehan jinên DAIŞî yên welatiyên Tirkiyê, Rûsiyê, Fransa, Almanya û hin welatên Asiyaya navendî li Iraqê hatiye dayîn.