May 25, 2018 18:55 Asia/Tehran
  •  Yekitiya Niştimanî ya Kurdistana Iraqê ser parastina  posta serokkomariyê sekinî

Serokê nivîsgeha siyasî ya Yekitiya Niştimanî ya Kurdistana Iraqê, YNK, ser parastina posta serokkomariyê sekinî û got: Tu hêleke sor li dijî tu yek ji fraksiyonên siyasî tine.

 Li gorî rapora Tesnîm Newsê, û ji zarê  televîzyona Somriye News`ê,  Mela Bextiyar  serokê nivîsgeha  Yekitiya Niştimanî ya Kurdistana Iraqê li civîneke rojnamevaniyê li bajarê Silêmaniyê li bakurê Iraqê ji hemî aliyên  kurd ên  iraqî xwest ku  herin Bexdayê û beşdarê parlemana  Iraqê bikin.

 Serokê nivîsgeha  siyasî ya Yekitiya Niştimanî ya Kurdistana Iraqê ji hewldana  ji bo amadekirina reşnivîseke yekgirtî li bara beşdariya  li dewleta nû ya Iraqê agahî da.

Mela Bextiyar got: Pirsgirêkên  navbera  Herêma Kurdistana  Iarqê û Bexdayê ji ber cihnehatian  hevhatinan û cihanîna  qanûna bingehîn bûye û ev navçeya  tu carî naxwaze  peyweniyên bi Bexdayê re qut bibin.

 Qeyrana  li peywendiyên  Bexda û Hewlêrê piştî wê destpê bû ku Mesûd Barzanî serokê berê yê Herêma Kurdistana  Iraqê li kiryareke  yekalî, 25 Îlona 2017`an  giştpirsiya  cidabûna  Herêma Kurdistanê ji Iraqê lidarxist ku ji aliyê dadgeha federal a vî welatî hat îbtalkirin.

 Li gorî  edet û  urfa siyasî li Iraqê, serokkomar ji partiyên  kurd tê bijartin di hemen demê de posta serokkomariya Iraqê li sê dewryên buhurî di destê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistana Iraqê bûye.