May 24, 2018 19:23 Asia/Tehran
  • Gotûbêja du partiyên Demokrat û YNK  tev Îrec Mescidî

Taximên du partiyên demokrat(PDK) û Yekitiya Niştimanî ya Kurdistana Iraqê(YNK) di dewama hewldanên têkildarê damezrandina dewleta nû ya vî welatî tev Îrec Mescidî balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê hevdîtin û gotûbêj kirin.

 Li gorî rapora IRNA`yê, li van hevdîtinan ku roja pêncşemê bi awayekî cida li balyozxana  Îranê li Bexadyê cih hat, taximên kurd ên iraqî meselên têkildarê hilbijartinên vê dawiyê li Iraqê, encam û rewşa piştî wê û avakirina dewleta nû xistin rojevê û li vê barê tev balyozê Îranê li Bexdayê gotûbêj kirin.

 Mescidî bal kişand ser civîna xwe tev taxima şandî ya Herêma Kurdistana Iraqê û got: Li van hevdîtina pêvajoya gotûbêj û muzakirên van partiyan tev hevalbendî û komên curbicur li Bexdayê ketine rojeve.

Fazil Metnî ji rêberên Partiya Demokrata Kurdistana Iraqê jî li vê hevdîtinê hêvî kir: Hewldan û şêwirînên cihhatî ji bo avakirina  dewleta nû ya Iraqê bûye sedema  dabînkirina  berjewndî û xizmeta zêdetir bo xelkê Iraqê û navça  Kurdistana Iraqê.

 Ji aliyê din ve Mela Bextiyar, berpirsê nivîsgeha siyasî ya Yekitiya Niştimanî ya Kurdistana Iraqê jî piştî hevdîtina xwe tev balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê got: Partiyên Kurdistanê lê dixebitin beşek ji rêçareya  pêşerojê li vî welatî bin û şêwirîn û gotûbêjên xwe li vê barê didomînin.

 Hêjayî gotinê ye ku  van rojana hevdîtin û pêwendiyên  telefonî yên zav navbera rêberên curbicur ên siyasî yên Iraqê li bara alûgorên welêt, hilbijartin û herwiha taybetmendiyên dewleta tê ketin rojevê de ne.

Nêzîkî 11 milyon iraqî beşdarê hilbiajrtinên parlemanî yên vî welatî bûn  û asta beşdariya iraqiyan li vê hilbiajrtinê sedî 44.5 hatiye raghandin.

Li hilbijartinên parlemanî yên Iraqê 320 partiyên siyasî, hevalbendî û lîsteya hilbijartinê hevrikî kirin. Ji nav 6999 berbijaran,  329 kes  derbasî parlemana Iraqê bûn.