May 23, 2018 11:36 Asia/Tehran
  • Mûşeka Zilzala 2 bo ser çeperên hevpeymaniya kirêgirtiyên siûdî li Teizê hat kewkîkirin

Yekîneya Mûşekî ya Artêşê û Komîteyên gelanî yên Yemenê baregeh û çeperên kirêgirtiyên ser bi hevpeymaniya destdirêjker a siûdî li parêzgeha Teizê li başûrê rojavaya Yemenê bi mûşeka Zilzala 2 dan ber êrîşê.

Li gorî rapora roj çarşemiyê ya Mehr Newsê ji zarê El Alemê, ji ber lêketina mûşeka Zilzala 2 û çend gulleyên hawanê li baregehên kirêgirtiyên siûdî li hin navçeyên parêzgeha Teizê, hejmareka van kirêgirtiyan hatin kuştin an birîndar bûn.

Yekîneya Mûşekî ya Artêşê û Komîteyên gelanî yên Yemenê berbanga roja Duşemiyê jî firokexaneya Cîzanê li başûrê Erebistanê bi mûşeka Balistîk a Bedr 1 da ber êrîşê.

Yekîneya Mûşekî ya Artêşê û Komîteyên gelanî yên Yemenê wek berteka li hemberî êrîşên destdirêjkeran baregeh û çeperên Rêjîma Alê Siûd û kirêgirtiyên wê li Yemenê û nav axa Erebistanê dikin armanca êrîşên xwe.

Erebistanê ji 26ê Adara sala 2015an va li çarçova hevpeymaniyeka pêkhatî ji çend welatên erebî ji wan Imaratê û bi alîkarî û çiraya kesk a Azmerîkayê êrîşin berfireh li dijî Yemenê dest pê kirin da ku bi biyoniya vegerandina Evde Rebbe Mensûr Hadî, serokomarê îstiîfakirî û destjiakrkişandî yê vî welatî- ser desthilatê, armanc û zêdexwziyên xwe yên siyasî bigihîne encamê.

Rêjîma Siûdî û hevpeymanên wê heta niha ji ber berxwedana gelê Yemenê nekarîne tu yek ji armancên xwe li vî welatî bi dest bixin.