Partiya Demokrata Kurdistana Iraqê taximeka pilebilind dişîne Bexdayê
Nivîsgeha siyasî ya partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê bi daxûyaniyekê li bara biryara vê partiyê ji bo şandina taximeke pilebilind bo Bexdayê bi armanca gotûbêja tev komên siyasî agahî da.
Li gorî rapora roja duşemiyê ya Mêhr Newsê ji zarê Someriye Newsê, li daxûyaniya Nivîsgeha siyasî ya partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê bi serokatiya Mesûd Brzanî hatiye: Endamên nivîsgeha siyasî bi beşdariya Mesûd Barzanî civînek li dar xistibû li vê civînê li bara pêvajoya hilbiajrtinên parlemanî yên vî welatî û qonaxa piştî raghandina encaman behs û gotûbêj kirin.
Li gorî daxûyaniya nivîsgeha siyasî ya partiya Demokrata Kurdistana Iraqê biryar e taximeke pilebilind ji bo gotûbêja tev aliyên siyasî li bara avakirina dewleta tê ya Iraqê bişînin Bexdayê.
Di dewama vê daxûyaniyê hatiye: Partiya Demokrata Kurdistana Iraqê texmîn dike ku ev partiya pêbaweriya welatiyên kurd li hilbijartinên parlemanî ji riya bidestxistina 25 kursiyan bi dest xistiye.
Çaremîn dewra hilbijartinên parlemanî yên Iraqêroja şemiyê 12 Gulanê hat lidarxistin.