May 20, 2018 16:27 Asia/Tehran
  • Nêçîrvan Barzanî: Bila partîyên Herêma Kurdistanê gotûbêjeke kêrhatî digel Bexdayê bikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê li peyama pîrozkirina serketina PDK li hilbijartinan xwest ku partîyên Herêma Kurdistanê ji bo bidestxistina yekitî û dîyaloga kêrhatî bi Bexdayê re dest bi gotûbêjê di çarçova destûra bingehîn de bikin.

Li gorî rapora Televîzyona Rûdawê, Nêçîrvan Barzanî îro piştî ku encamên fermî û teqil ên çaremîn dewra hilbijartinên parlemana Iraqê hatin ragihandinê, li peyamekê bi boneya pîrozkirina serketina PDK li hilbijartinên Herêma Kurdistanê, ev serketina ji bo PDK watedar bi nav kir û ew encama têkoşîna Mesûd Barzanî serokê PDK zanî.

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê qedrê gelê Herêma Kurdistanê ji ber pişkdarîya li hilbijartinan girt û got ku parlemanterên PDK li meclisa Iraqê dê berevanîya berjewendîyên gelê Herêma Kurdistanê û mafên gelên seranserê Iraqê bikin.

Alîkarê serokê PDK ragihand:Bi berçavgirtina berjewendîyên gelê Herêma Kurdistanê ji hemî partî û alîyên sîyasî yên Herêma Kurdistanê dixwazim ku  nakokîyên xwe bidin alîyekî û di çarçova dabînkirina berjewendî û mafên destûrî yên gelê Herêma Kurdistanê, bi merema amadekirina plana karê hevpar ji bo pişkdarîya bihêz û kêrhatî li dewleta bê ya Iraqê, xwe ji bo lidarxistina civîn û gotûbêjên pêşerojê amade bikin û PDK jî ji bo vê mebestê ji bo her cure gotûbêj û pêngava hevpar amade ye.

Wî herwiha got ku hêvîdar im hilbijartin bi curekê destpêka jinûveavakirina netewî ya hemî sazî û dezgehên dewlet û hikmeta Iraqê be ku nîşandera hemî çîn ûqat û etnîkên vî welatî bin.

Barzanî amadebûna Herêma Kurdistanê ji bo destpêkirina gotûbêjên avakir û erênî anegorî destûra bingehîn ji bo pêkanîna dewleta bê ya Iraqê ku lihevkirin, şirîkatî û parastina berjewendîyên hemî çîn û qat û etnîkên welêt bikin bingeha birêvebirina welat, dewlet û karên Iraqê û ragihand û got ku mirov dikare bi vê rêyê hemî pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û dewleta navendî ya Iraqê çareser bike.

Çaremîn dewra hilbijartinên parlemana Iraqê roja şemîya buhurî 12`ê Gulanê hat lidarxistinê û PDK pê bidestxistina 25 kursîyên parlemana Iraqê bû serketîyê hilbijartinan li Herêma Kurdistana Iraqê.