Nîsan 26, 2018 19:15 Asia/Tehran
  • Ebadî li Hewlêrê: Hemî nakokî di çarçova destûra bingehîn da dikarin bên çareserkirin

Serokwezîrê Iraqê pêgirî kir ku dewra dîktatorîyê bi dawî bûye û imkana vegera dîktatorîyê tineye.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Someryê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li Hewlêrê got ku hemî nakokîyên di navbera kom û alîyên welatekî de dikarin di çarçova destûra bingehîn da bên çareserkirinê.

Ebadî herwiha got: Me hin planên iraqî û netewî ji bo birêvebirin û pêşxistina welêt hene û plana Iraqê avakirina welatekî derveyî tayfe û etnîkan e, lewma Lîsteya Al Nasrê li 18 parêzgehan heye. 

Serokwezîrê Iraqê herwiha got: Lîsteya Al Nasrê li Silêmanîyê ji ber wê ye ku me bawerî bi Iraqa dêmokirat û seratir ji tayfeperestîyê heye.