Nîsan 22, 2018 14:18 Asia/Tehran
  • Kurdên Iraqê mafê xwe ya vetokirinê ji bo girtina pêşiya guhertina qanûna bingehîn hene

Serokê Frakisyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê li Parlemana Iraqê Dr. Musena Emîn got: Li gor qanûna bingehîn a Iraqê Kurdên vî welatî mafê xwe ya vetokirinê ji bo girtina pêşiya guhertina qanûna bingehîn hene.

Li gor nûçeya Kurdpressê, Serokê Frakisyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê li Parlemana Iraqê Dr. Musena Emîn ku wekî serokê lîsteya hilbijartina parlemaniya pêşerojê ya Yekgirtûya Îslamî li Iraqê jî hatiye bijartin diyar kir ku Li gor qanûna bingehîn a Iraqê Kurdên vî welatî mafê xwe ya vetokirinê ji bo girtina pêşiya guhertina qanûna bingehîn hene.

Serokê Frakisyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistana Iraqê herwiha got: Li gor vê mafê kurdên Iraqê dikarin pêşiya guhertinên di nav qanûna bingehîn de yên ku li dij kurdan bibin bigirin û ti aliyek bêyî kurdan nikarin qanûna bingehîn ab Iraqê biguherin.

Berî viya jî vê Parlemanterê kurd yê Iraqê ragihandibû ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di pirsa çareserkirina pirsgirêkan de ligel Herêma Kurdistanê naxweze gavên baş bavêje û tiştê ku ew dike beşek e ji kampanya hilbijartinan û ew rast nabêje û di çareserkirina pirsgirêkên ligel Kurdistanê,  êş û zehmetiyên xelkê bo helmeta hilbijartinan bikar tîne, lewma jî dê wisa dirêj bike heta piştî hilbijartinan."

Biryar eh ilbijartinên parlemana Iraqê 12 Gulanê bi rê kevin.