Nîsan 16, 2018 08:32 Asia/Tehran
  • Rikeberiya 503 berbijaran ji bo 46 kursiyên herêma Kurdistana Iraqê li parlemana Iraqê

503 berbijaran li sê parêzgehên Herêma Kurdistana Iraqê xwe ji bo bidestanîna 46 kursiyên vê herêmê li parlemana Iraqê kandîd kirine.

Li gorî rapora ajansa IRNA`yê, Komisyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê amarên berbijarên ku xwe Herêma Kurdistana Iraqê kandîd kirine, belav kir.

 Komisyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê ragihand :“Bi giştî 3 milyon û 144 hezar û 730 kesî mafê dengdanê li Herêma Kurdistana Iraqê heye. 19 partî bi 25 lîsteyan beşdar dibin û 4 hevpeyman û 2 namzedên serbixwe jî hene.

Komisyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê destnîşan kiriye li Herêma Kurdistana Iraqê bi giştî 503 kes bo bidestxistina 46 kursiyan bûne namzed û ji wan 357 mêr in û 146 kes jî jin in.

Li Hewlêrê 16 kursî hatine destnîşankirin û yek ya mesihîyan e. Li parêzgeha Silêmanî 18 kursî û li Duhokê 13 kursî hatine terxankirin. Herwiha li Duhokê jî kursiyek bo mesihîyan hatîye terxankirin.

Ji roja şemiya bihurî bangeşeya hilbijartinên parlamentoya Îraqê destpê kir .