Nîsan 15, 2018 17:51 Asia/Tehran
  • Dayîna bûca Herêma Kurdistana Iraqê tê rawestandin

Dewleta Bexdayê bûca Herêma Kurdistana Iraqê radiwestîne.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Kurdpress`ê, Cebar Ebadî endamê Komsyona Aborîyê ya meclisa Iraqê ragihand ku dewleta vî welatî dayîna bûca têkildarî miaşê karmendên Herêma Kurdistanê ku meha buhurî destpê kiribû, rawestandîye û dayîna wê bi cihanîna şertên li qanûna bûca sala 2018`an hatine kivşkirinê va girêdaye.

Dewleta Iraqê berî Newrozê 317 milyard û 545 milyard dînar wek pişka Herêma Kurdistanê ji bûca sala 2018`an a Iraqê û bi merema dayîna miaşê pişkek ji karmend û miaşwergirên Herêma Kurdistanê da Hewlêrê lê li halekî ku hin rayedarên Hewlêr û Bexdayê pêgirîyê dikin ku dayîna wî diravî bo Herêma Kurdistanê didome, Cebar Ebadî endamê Komsyona Aborîyê ya meclisa Iraqê basa rawestandina dayîna bûca Herêmê kir.

Cebar Ebadî ku mirovekî nêzîkî Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê tê hesêb, li hevpeyvîna digel malpera SNN`ê got ku dewleta Iraqê ew dirava tenê bi nîşana isbatkirina nêta xêrê ji bo çareserkirina nakokîyên digel Hewlêrê û çêtirkirina peywendîyên di navbera her du alîyan de daye û ji meha bê va, ew dirava yê bi vî mercî bê dayîn ku Herêma Kurdistanê şertên li qanûna bûca sala 2018`an hatine kivşkirinê cî bîne û hemî derhatên nifta xwe radestî dewleta navendî bike.

Cebar Ebadî endamê Komsyona Aborîyê ya meclisa Iraqê herwiha ragihand: Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê ji bo wergirtina wî diravî divê di mehê de 250 hezar bermîl niftê radestî Bexdayê bike û herwiha hemî derhatên navxweyî jî bide Bexdayê û mercên din ên bûca sala 2018`an cî bîne neku dewleta Ebadî di mehên bê de, tu diravekî nade Herêma Kurdistanê.