Serokê Partîya Nivşa Nû: Rêçareya herî baş a mesleya kurdan li Tirkîyê vegera ser masa gotûbêjê ye
Serokê erokê Partîya Nivşa Nû ku teze li Herêma Kurdistana Iraqê hatîye avakirinê, li hevdîtina digel desteya Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) a Tirkîyê li Silêmanîyê pêgirî kir ku rêçareya herî baş a çareserkirina pirsgirêkên navçê nemaze pirsgirêkên di navbera kurdên Tirkîyê û dewleta vî welatî da,vegera ser masa gotûbêjê ye.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Kurdpress`ê, desteya HDP`ê ku seredana Silêmanîyê kirîye bi partîya nûdamezirandî ya Nivşa Nû re hevdîtin pêk anî. Li vê hevdîtinê rewşa navçê û nemaze rewşa kurdan hat hilkolandin û Şasiwar Evdila damezirîner û serokê Partîya Nivşa Nû pêgirî kir ku rêçareya herî baş a çareserkirina pirsgirêkên navçê nemaze pirsgirêkên di navbera kurdên Tirkîyê û dewleta vî welatî da,vegera hemî alîyan ser masa gotûbêjê û rêyên biaştî ye.
Şasiwar Evdila dîyar kir ku Partîya Nivşa Nû bi mînakwergirtina ji HDP`ê ji bo lihevkirina digwl Bexdayê û pêkanîna jîyana bi hev ra ya aştîyane ya kurdan û Bexdayê û bihêzkirina cîgeha Herêma Kurdistanê li Iraqê hewil dide.
Desteyeke HDP`ê roj şemî 7`ê Nîsanê derbasî Herêma Kurdistana Iraqê bû û bi partî û alîyên sîyasî yên li Hewlêr û Silêmanîyê ra civîya.
Desteya HDP`ê li dewama hevdîtinên xwe roja sêşem 10`ê Nîsanê jî bi serokên Partîya Sosyal-Dêmokirat a Kurdistanê re bi amadebûna serokê wê Mihemed Hacî Mehmûd hevdîtin pêk anî.
Osman Baydemir şaredarê berê yê Amedê û parlimanterê HDP`ê li meclisa Tirkîyê piştî vê hevdîtinê ragihand ku armanca hevdîtinên desteya HDP`ê li Herêma Kurdistana Iraqê haydarbûna ji helwest û nêrîna partîyên vê herêmê li bara meseleyên navçê ye.