Nîsan 12, 2018 17:10 Asia/Tehran
  • 4 eskerên Tirkîyê li bakûra Iraqê hatin kuştin û birîndarkirinê

Serokerkantîya artêşa Tirkîyê bi daxûyanîyekê ragihand ku di encama êrişa PKK`ê ya bi hawanê ser meqera hêzên vî welatî li devera Kanîreşê li bakûra Iraqê da, eskerekî artêşa Tirkîyê hat kuştinê û 3 esker jî bi awayekî giran birîndar bûn.

Li gorî rapora malpera Rojnama Hurriyetê, hêzên artêşa Tirkîyê ji Sibata îsal ve dest bi opêrasyona dijî PKK`ê li bakûra Iraqê kirine ku duh ketin ber êrişên bi hawanê yên PKK`ê ku di encamê de serbazekî artêşa Tirkîyê hat kuştinê û 3 jî birîndar bûn.