Nîsan 11, 2018 14:44 Asia/Tehran
  • Şandeke Kurdistana Iraqê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî diçe Bexdayê

Şandeke payebilind a Herêma Kurdistana Iraqê di bin serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de diçe serdana Bexdayê. Hat diyarkirin ku armanca serdanê gotûbêjkirina budceyê û çareserkirina kêşeyan e.

Li gorî nûçeya Rûdawê Şêwirmendê Medyayê yê Qubad Talebanî, Semîr Hewramî ragihand ku biryar e di demeke nêzîk de şandeke payebilind a hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîrê vê Herêmê Nêçîrvan Barzanî û Qubad Talebanî biçe serdana Bexdayê.

Hewramî diyar kir ku di vê serdanê de tê payîn ku pirsgirêkên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de werin gotûbêjkirin û herwisa mijara budceyê were nîqaşkirin.

Piştî ku di 25ê Îlonê de referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê hat lidarxistin, artêşa Iraqê û Heşda Şeibî di 16ê Cotmehê de êrîşê Kerkûkê navçeyên din kiribû û di navbera Hewlêr û Bexdayê de aloziyeke mezin rûdabû.