Nîsan 10, 2018 18:41 Asia/Tehran
  • Cîgirê yekem ê YNKê: Kurd divê mafên xwe ji riya bi aştî bi dest bixin

Cîgirê yekem ê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) li hevdîtina bi desteya Partiya Demokratîk a Gelan a Tirkiyê (HDP) destnîşan kir ku divê kurd di qonaxa niha da mafên xwe ji riya bi aştî bi dest bixin.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Kosret Resûl cîgirê yekem ê Celal Talebanî, sekreterê giştî yê rehmetî yê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) li bajarê Silêmaniyê bi amadebûna komek ji endamên mekteba siyasî ya partiya xwe, digel desteya HDPê hevdîtin pêk anî.

Malpera fermî ya YNKê li vî warî da ragihand ku desteya HDP tevî pêgiriya li ser rola têkoşerî ya Kosret Resûl li pêşketina Herêma Kurdistanê û parastina hevsengiya navbera kurdan, hebûna nijyara siyasî ya Herêma Kurdistanê pêwîst da zanîn û pêşketina herêmê wek sembola hukmdariya kurdî li navçeyê pêwîst da zanîn.

Kosret Resûl jî tevî pêgiriya li ser vê yekê ku gelê kurd gelekî aştîxwaz e, got: Pêwîst e ku tevahiya partî û tevgerên siyasî yên kurdî ji riya bi aştî ji bo wergirtina mafên kurdan bixebitin.

Du aliyan her wiha li vê hevdîtinê daxwaza berfirehkirin û xurtkirina pêwendiya navbera du partiyan kirin û pêkhatina helwêsta yekane navbera partiyên kurdî li mijarên girîng wek erka tevahiya van partiyan dan zanîn.