Taxima HDP`ê bi YNK`ê re li Silêmaniyê hevdîtin pêk anî
Taxima Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Tirkiyê, sefera bajarê Siklêmaniyê kiriye û tev rayedarên Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê hevdîtin pêk anî.
Taxima HDP`ê ya bi serokatiya Pervin Buldan li bajarê Silêmaniyê bi endamên nivîsgeha sîyasî ya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê, YNK re hevdîtinek li dar xist. Taxima HDP`ê ji aliyê berpirsê nivîsgeha sîyasî ya YNK`ê Mela Bextiyar û hinek rayedarên din ve hat pêşwazîkirin.
Li gor çavkaniyên herêmî, herdu partiyên kurd di hevdîtinê de mijara yekîtiya kurdan û pêşveçûnên dawîyê yên li deverên kurdnişîn ên Tirkiyê û Herêma Kurdistana Iraqê nirxandin.
Mela Bextiyar berpirsê nivîsgeha siyasî ya YNK li civîna rojnamevaniyê ya tev Perwîn Boldan hevseroka HDP`ê got: Li vê civînê hemî pirsgirêk û her wiha siyaseta YNK li meselên têkildarî hemî kurdan hatine hilêxistin û YNK daxwaza çareserkirina pirsgirêkên kurdan li hemî navçan ji riya gotûbêjê û riyên biaşitî kir.
Mela Bextiyar bal kişand ser vê yekê ku Selahedîn Demirtaş hevserokê berê yê HDP piştî seredana Herêma Kurdistanê û vegeryana bo Tirkiyê hatiye girtin û hewskirin û hêvî kir ku taxima niha ya vê partiyê jî piştî vegeryana bo Tirkiyê rastî çarenivîskeke wiha neyên.
Perwîn Boldan hevseroka HDP jî ragahnd ku vê partiyê bi merema hevdîtina bi hemî partiyên siyasî yên kurd re sefera herêmê kiriye û hewldana xwe ji bo hevdengkirina kuradn dididomîne. Wê her wiha diyar kir: Dagirkirî li her dera navçên kurdnişîn biqewime, mîna ya ku li Efrînê qewimî, dê dilê kurdan bêşîne û ev partiya ji bo parastina destkevtên kurdan û gotûbêj û hewldana ji bo pêkanîna yekitiyê navbera partiyên siaysî da nasekinîne.