Nîsan 09, 2018 10:14 Asia/Tehran
  • Pêgiriya Cebûrî ser çareserkirina nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê ji riya gotûbêjê

Serokê Parlimana Iraqê li hevdîtinên xwe yên cuda digel Nêçîrvan Barzanî û Mesûd Barzanî, serokê rêvebiriyê û serokê berê yê Herêma Kurdistana Iraqê li ser pêwîstiya çareserkirina nakokiyan ji riya gotûbêjê va pêgirî kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Selîm Cebûriyê serokê parlimanan Iraqê roja Yekşemiyê li dawiya van du hevdîtinan li Hewlêrê bal kişande ser nakokiyên navbnera Bexda û Hewlêrr û tenha riya bidwîanîna nakokiyên navbera dewleta navendî û Herêma Kurdistana Iraqê gotûbêj da zanîn û got: rewşa niha ya Iraqê li vê hevdîtinê kete ber behs û gotûbêjê.

Giştpirsîna cudabûn Herêma Kurdistana Iraqê ku roja 25ê Îlona sala 2017an bi armanca cudabûna Herêma Kurdistana Iraqê ji vî welatî hat lidarxistin, pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê reş û tarî kir, lê li pey pêkanîna gotûbêjan ji bo wêdadayîna gotûbêjan, du alî ketine riya kêmkirina nakokiyan.

Parlimana Iraqê bûdceya 88 miliyar dolarî ya Iraqê li ser esasa derfirotina sê miliyon û 800 bermîl niftê di rojê da pesend kir.

Parlimana Irqê pişk û para Herêma Kurdistana Iraqê ji bûdceya sala 2018an a Iraqê tevî hebûna nerazîtî û boykota parlementerên kurd, li ser esasa gelheya Herêma Kurdistana Iraqê derdora sedî 13 pesend kir.

Herêma Kurdistana Iraqê ji sala 2012an va tevî derfirotina serbixwe ya niftê li bazarên cîhanê, niha tûşî kêmbûna bûdceyê û qeyrana malî bûye.