Nîsan 08, 2018 18:18 Asia/Tehran
  • Hêzên asyişê li Silêmanîyê rê nedan xwenîşandana mamosteyan

Hêzên asayişê yên Silêmanîyê li Herêma Kurdustana Iraqê nehêlan ku mamosteyên nerazî li hemberî wernegirtina tam a miaşan xwenîşandanê li dar bixin

Li gorî rapora malpera Xendanê, mamosteyên nerazî îro li silêmanîyê dil hebûn bi merema nerazîbûna li hemberî wernegirtina tam a miaşên xwe xwenîşandana ku ji çend rojan berî niha va destpê bûye, bidomînin, lê hêzên asayişa Silêmanîyê pêşî li wan girtin.

Dilşad Babanî endamê komîteya mamosteyên nerazî ên Silêmanîyê ragihand ku mamosteyên nerazî îro li ber dayra perwerdê ya çiqa rojavaya vî şarî kom bûn û dil hebûn xwenîşandaneke nerazîbûnê û pêkutîya ser daxwaza xwe ya wergirtina tam a miaşên xwe li dar bixin lê hêzên asayişê pêşîya wan girtin.

Desteya wezîran a Herêma Kurdistana Iraqê 3 salan berî niha miaşê karmendan bi awayekî berbiçav kêm kir û herwiha çend mehan carekê miaş dide karmendan ku ev yeka bûye sedem ku ji çend hefteyan berî niha ve xwenîşandanên nerazîbûnê bên lidarxistin.

Hevgavê vê yekê mamosteyan li gellek bajarên Herêma Kurdistana Iraqê jî dest bi grevê kirine.