Nîsan 08, 2018 17:49 Asia/Tehran
  • PKK`ê 12 leşkerên Tirkîyê li Sîdekanê kuştin

Hêzên PKK`ê 12 leşkerên Tirkîyê di encama opêrasyonekê li bakûra Iraqê de kuştin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, PKK`ê bi daxûyanîyekê ragihand ku êrişî baregeha hêzên Tirkîyê li devera Sîdekanê li bakûra Hewlêra Iraqê kirîye û di encamê de 10 eskerên Tirkîyê hatine kuştinê. Di encama êrişa duyem a PKK`ê li devera Lolana Hewlêrê de jî 2 leşker hatin kuştinê û çend jî birîndar bûn.

Çavkanîyên kurd jî ragihandin ku balafirên cengê yên Tirkîyê dîasan êrişî baregehên PKK`ê li çîyayên bakûra Hewlêrê kirin û gundên devera Biradostê dan ber bombeyan.