Adar 21, 2018 11:20 Asia/Tehran
  • Soza Nêçîrvan Barzanî bo baştirbûna rewşa herêmê li peyama Newrozê

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê li peyama xwe ya Newrozê tevî derewzanîna îdiaya hinekan ku vê herêmê li ber karesatê dizanin, soza asayîbûna rewşê û pêşrojeka baştir da.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Nîçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê li peyameka vîdyoyî bi boneya destpêbûna sala nû ragihand ku rewşa niha ya Herêma Kurdistanê ku tûşî hin pirsgirêkan e ji riya gotûbêja navxweyî û bi yekîtiyê dê baştir bibe û pêşerojeka baştir di rê da ye.

Barzanî bal kişande ser şerê dijî DAIŞê di salên dawî da, nakokiyên siyasî li Herêma Kurdistanê, nakokî û kêşeyên navbera Herêma KUrdistanê û Bexdayê û qeyrana aborî di asta cîhanî da û qutbûna bûdceya Herêma Kurdistanê di sala 2014an da ji aliyê Bexdayê û ev hokar wek hegera pirsgirêkên ciddî yên Herêma Kurdistanê dan zanîn û dilniyayî da welatiyên herêmê ku bi hevkrî û berxwedana wan, dê rewş asayî bibe.

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê ji gelê Iraqê ra ragihand ku rewşa siyasî û pêwendiya navbera dewleta bi her awayî ku be, biratiya navbera gelê Kurdistanê û Iraqê dê xurt bimîne.

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê li beşeka din a peyamam Newrozê xitabî welatên cînarê herêmê ra destnîşan kir ku weke berê têkoşînên gelê Herêma Kurdistana Iraqê tu gef û xeterek li dijî tu welatekî dê nebe.

Nêçîrvan Barzanî di dawiyê da got: Em peyama maştî û aramiyê bo tevahiya gelên navçeyê dişînin û em dibêjin dilniya bin ku em hokara aramiya navçeyê ne.