Mehmûd Osman: Pêşketinên li peywendîyên Hewlêr û Bexdayê hêvîdarkir in
Adar 18, 2018 16:37 Asia/Tehran
Mehmûd Osman sîyasetvanê kurd got: Pêşketinên li çareserkirina qeyrana di navbera Bexdaû Hewlêrê de hêvîdarkir in.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Kurdpress`ê, Mehmûd Osman li hevpeyvîna digel Rojnama Al Arab Al Jadid a Londonê herwiha got: Pêşketinên aşkira di warê çareserkirina qeyrana di navbera Hewlêr û Bexdayê de pêk hatine ku sedema hêvvîdarîya ji bo xilasbûna tam ji vê qeyranê ne.
Mehmûd Osman herwiha got: Em li benda pêngavên zêdetir ji alîyê dewleta fêdêral û hikûmeta Herêma Kurdistanê ve ji bo çareserkirina hemî nakokîyên di navbera her du alîyan de ne.