Kusret Resûl Elî wek biryarderê sereke yê YNK`ê hat bijartin
Civata Rêberîyê ya Yekitîya Niştîman ya Kurdistana Iraqê (YNK) li civînekê, Kusret Resûl Elî, alîkarê yekem ê sêkrêtêrê giştî yê YNK`ê wek sergêr û biryarderê sereke yê vê partîyê heta lidarxistina kongirê kivş kir.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Kurdpress`ê, Civata Rêberîyê ya Yekitîya Niştîman ya Kurdistana Iraqê (YNK) li civîna xwe ya berî nîvroya îro biryarên girîng dan. Seidî Ehmed Pîre berdevkê fermî yê YNK`ê li civîneke rojnamevanîyê piştî vê civînê basa çalakbûn û dengê dubare yê pêbawerîyê bo endamên mekteba sîyasî bi pirranîya dengan heta lidarxistina kongira bê ya YNK`ê kir.
Wî têkildarî rêvebirîya YNK`ê got: Li gorî biryara civata rêvebirîyê, Kusret Resûl Elî heta lidarxistina kongira bê, dê biryarderê sereke yê YNK`ê be.
Seidî Ehmed Pîre, cidabûna Berhem Ehmed Salih alîkarê duyem ê sdêkrêtêrê giştî yê YNK`ê ji vê partîyê hegera sereke ya paşdaketina kongira vê partîyê zanî û pêgirî kir ku ew idî ne endamê YNK`ê ye.
Berdevkê fermî yê YNK`ê têkildarî pişkdarîya vê partîyê li hilbijartinên parlimana Iraqê jî got: YNK`ê dê bi yek lîsteyî pişkdarî hilbijartinên parlimana Iraqê bibe û tu yek ji endam û rêberên wê li lîsteyên din ên hilbijartinan tinene.
Endamên Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistana Iraqê (YNK) ev in:
1 – Kosret Resûl Elî
2 – Hêro Îbrahîm Ehmed
3 – Mela Bextiyar
4 – Hakim Qadir Heme Can
5 – Umer Fetah
6 – Seidî Ehmed Pîre
7 – Mehmûd Sengawî
8 – Şêx Cefer Şêx Mistefa
9 – Refet Ebdullah
10 – Rizgar Elî
11 – Aso Elmanî
12 – Qadir Ezîz
13 – Ednan Muftî
14 – Şoreş Îsmaîl
15 – Erslan Bayiz
Navên Necmedîn Kerîm û 2 kesên din di lîsteyê de tinene