Adar 17, 2018 11:55 Asia/Tehran
  • Bombarana kîmyayî ya Helebçeya Iraqê di Adara 1988an li bêdengiya îdiakerên mafên mirov

Serkonsolê Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê destnîşan kir: Bombebarana kîmyayî ya Helebceyê bi piştevaniya hin welatên hêzxurt û bêdengiya xembar a îdiakerên mafên mirov û civatên navneteweyî pêk hat.

Bajarê Helebceyê (Halabja) li Herêma Kurdistana Iraqê li nêzikî sînorê Îranê di roja 25ê meha Isfenda sala 1366an a Koça Tavî hevdem digel 15ê Adara 1988an ji aliyê rêjîma Beisa Iraqê va kete ber bombeyên kîmyayêî ku di encamê da nêzikî 5 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.

Serkonsolê Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê, Murtiza Ibadî roja Şemiyê bi boneya salvegera sî û sêyem a bombebarana kîmyayî ya Helebceyê ji aliyê rêjîma Beisî ya Iraqê va nivîsî: Rêzgirtina li pênc hezar şehîdan û zêde ji deh hezar birîndarên Helebceyê derfetek e da tevî hewildana ji bo serêxwegirtina cîhanî ya Jiçekkirina Kîmyayî, berpirsiyariya hiqûqî û exlaqî ya navneteweyî ji bo cubrankirina pişkeka biçûk a ziyanên kîmyayî were bibîrxistin.

Serkonsolê Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê bi gotina vê yekê ku ev bûyera tehl û diltezîn dê nema ji bîr biçe, nivîsî: Qedexeya berhemanîn û bikaranîna çekên tevkujiyê ji wan çekên kîmyayî yek ji siyasetên bingehîn ên Komara Îslamî ya Îranê ye, lewma Îran tevî şermezarkirina bikaranîna van cûre çekan, jêbirina wan ji ambarên leşkerî yên welatan pêwîst dizane.

Yekem êrîşa kîmyayî ya Iraqê li ser Îranê di Çileya sala 1981an da qewimî; Ji wê demê va heta dawiya şêrr, hêzên rêjîma Sedam zêde ji 3500 carî bombebarana kîmyayî, zêde ji sed hezar îranî li bajar û deverên sînorî her wiha li bereyên şerê sepandî şehîd an birîndar kirin.

Tevî pesendkirina soznameyên qedexeya berhemanîn û bikaranîna çekên tevkujiyê, lê hîn hin welat ji wan Amerîkayê sozên xwe li gorî konvansiyonan cih naynin.