Adar 16, 2018 11:37 Asia/Tehran
  • Îro 30`emîn salvegera karesata kîmyabarankirina Helebcê ye

Roja 16`ê Adara 1988`an û di saet 11:00`ê berî nîvro de, firokeyên Artêşa Iraqê di serdema rejîma Beis de bajarê Helebce li Herêma Kurdistana Iraqê bi çekên kîmyayî bombebaran kirin, ku di encamê de 5 hezar kesên sivîl, piranî jin û zarok, di cih de şehîd bûn û zêdetirî 10 hezar kesî jî birîndar bûn.

16`ê Adarê balafirên cengê yên cûra Super Étendard ên rêjîma Beis a Sedam 4 bombên kîmyewî yên 500 kîloyî ser gelê bêsitar ê kurd de barandin.

Di çend xulekan de ewreke zer li esmanê Helebçê sîya xwe da ser bajêr û trajêdîya cengî û mirovî ya bêmînak piştî şerê cîhanî yê duyem qewimî ku di encamê de bi hezran mirovên bêsitar û sivîl canê xe ji dest dan.

Obên Hêndrîks serokê navenda ceribandina jehrê ya nexweşxana Gan Flander a Bêljîkê di vî warî de got: Li vê êrişê 3 gazên jehrê yên Xerdel, Sarîn û Sîyanojên hatin bikaranînê.

Welatên rojavayî bi wasiteya France Fan Anratê holandî ew madên kîmyewî dan ber destê rêjîma Beis a Sedam.