Adar 14, 2018 20:01 Asia/Tehran
  •  Hevdîtina wezîrê karên hundir ê Iraqê tev Nêçîrvan Barzanî

Qasim El-Ercî wezîrê karên hundir ê Iraqê ku îro çarşemiyê bi taximeke pilebilind sefera Hewlêrê kiriye bi Nêçîrvan Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê hevdîtin pêk anî.

 Li gorî rapora roja çarşemiyê ya  Mêhr Newsê û ji zarê Şefeq Newsê, li gorî daxûyaniya Herêma Kurdistana Iraqê li vê hevdîtinê her du alî, alûgurên  muzakirên vê dawiyê navbera Bexda û Hewlêrê hilkolandin û  tevî gotûbêja li bara îbtalkirina  qedexetiya firînên navneteweyî  li balefirgehên Herêma Kurdistanê hêvî kirin: Ev kiryara tevî ku navbera Bexda û Hewlêrê pêbaweriyê pêk bîne, her wiha  bibe sedema  rakirina pêngvaên din ên mîna  dayîna  mûça kedkarên  Herêma Kurdistanê jî.

 Beriya vê hevdîtinê, Qasim El-Erecî wezîrê karên hundir ê Iraqê îro li civîneke rojnamevaniyê tev Kerîm Sencarî, serokê karûbarên navxweyî yên Herêma Kurdistana  Iraqê raghand: Balefirgehên  Hewlêr û Silêmaniyê ser firînên  navneteweyî de hatin vekirin.

 Kerîm Sencarî jî got: Vekirina  balefigehên  Hewlêr û Silêmaniyê pêngavek  li çarçoveya  çareserkirina  pirsgirêkên  navbera Bexda û Hewlêrê li gorî qanûna bingehîn  tê hesabê.

 Mesûd Brzanî serokê berê yê Herêma Kurdistana Iraqê jî îro li twîtera xwe  ji biryra Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê ji bo rakirina  qedexetiya  firînên  navneteweyî yên  balefirgehên  Hewlêr û Silêmaniyê pêşewazî kir.

 Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê duh tevî rakirina  qedexetiya  firînên  derveyî li Herêma Kurdistana Iraqê destnîşan kir:Ji niha şûn de bepirsiyariya  çavdêrî û rêveberiya van balefirgehan dê ser istûyê Wezareta karên hundir a Iraqê be.