Adar 13, 2018 17:23 Asia/Tehran
  • Nêçîrvan Barzanî: Vekirina balafirgehên Herêma Kurdistanê pêngaveke girîng e

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku piştî dayîna biryara rakirina dorpêça li ser balafirxaneyan, li bendê ne ku hikûmeta Iraqê miaşên beşek ji karmendan bişîne. Barzanî herwiha naveroka peywendiya telefonî ya ligel Ebadî eşkere kir.

Piştî derxistina biryara rakirina dorpêça li ser balafirxaneyên Herêma Kurdistanê ji aliyê Heyder Ebadî ve û vegerandina yasaya butçeyê bo parlementoya Iraqê ji aliyê Fuad Mehsûm ve, serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê îro sêşemê 13`ê Adara 2018`an li Hewlêrê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku şeva borî peywendiyeke telefonî ligel Ebadî encam daye û têde serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî tekezî li ser vekirina balafirxaneyan û şandina mûçeyên beşek ji karmendên Herêma Kurdistanê kiriye. Ev duyem peywendiya telefonî ye ku Nêçîrvan Barzanî û Heyder Ebadî di nav hefteyekê de encam dan.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir: “Piştî peywendiya telefonî, Ebadî îro bi xwe di civîna ligel şanda Herêma Kurdistanê li Bexdayê tekez kiriye ku mûçeyên beşek ji fermanberan dê bişînin. Em hêvî dikin ev pirsgirêk werin çareserkirin û em li bendê ne.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Barzanî spasiya Ebadî ji ber biryarên wî kir û got: “Em pêşwazîyê li pêngava Ebadî dikin û spas dikin, biryara vekirina balafirxaneyên Herêma Kurdistanê pêngaveke giring e, çareseriya pirsgirêkan ji pêngava yekem dest pê dike, li gor min çareserkirina van du pirsgirêkan pêngavên giring in û cihê destxweşî û spasiyê ne. Ez ser vê bawerê me eger em bi vê ruhiyetê bixebitin, dikarin pirsgirêkan çareser bikin.”

Wekîlê Banka Navendî ya Iraqê Elî Elaq jî ku niha bi serokatiya şandekê serdana Hewlêrê kiriye, armanca civîna xwe ligel wezîrê diraviya Herêma Kurdistana Iraqê eşkere kir û got: Ji bo xerckirina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê, em li benda fermana Ebadî ne, heger ferman da, em ê miaşan radestî çiqa Hewlêrê ya Banka Navendî ya Iraqê bikin.

Elaq got jî: "Ew pereyên li çiqa Banka Nawendî ya Iraqê li Herêma Kurdistanê hatiye danîn, ji bo bicîkirina wan karan e, ku tên pêş. Her demekê serokwezîrê Iraqê biryara dayina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bide, çiqa Hewlêrê ya Banka Navendî ya Iraqê, ji wan pereyan dê mûçeyên fermanberan bide.