Sibat 19, 2018 18:09 Asia/Tehran
  • Balafirgehên Herêma Kurdistana Iraqê tên vekirin

Serokwezîrê Iraqê bal kişand ser dûhatên bixeeter ên lidarxistina giştpirsîna Herêma Kurdistana Iraqê û ji vebnûna balafirgehên Herêmê ser firrînên derveyî li dahatiyeka nêz agahî da.

Li gorî rapora Efkar News`ê, Heyder El Ebadî, serokwezîrê Iraqê li hevpeyvîna bi Deutsche Welle got: Li ser giştpirsiya Herêma Kurdistana Iraqê, divê ez bêjim ku ev giştpirsiya dûhatên xwe yên xeternak bo Herêmê hebû. Em li halê dayîna miaşê karmendên Herêmê ne lê divê çavdêriyeka dirust hebe ta ku ev pere vigihîjin destê karmendan ne ku alîgirên partiyan.

Wî li dewamê herwiha got: Civîna Kuweytê, destkevteka baş bû û em hêvîdar in kompaniyên sermayedaner û welatan bi nihêrîneka erênî li Iraqê binêrin. Aliyê îranî ji me re ragihan ku dil heye ku dixweze ji riya kompaniyan alîkariya Iraqê bike. Hinek dixwezin ku pereyên ku li Civîna Kuweytê terxan bûne, bigihîjin destê kesên gendel lê em ê qet nehêlin.

El Ebadî destnîşan kir: Hevalbendiya navneteweyî, ji bo şerrê dijî DAIŞ`ê li Iraqê pêk hat. Em naxwezin ku hêzên leşkerî qet hewldan û karekî leşkerî û cengî bikin.

Wî li dewamê herwiha got: Em ê bi zûtirkê bibin şahidê vebûna balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê li ser firrînên derveyî, helbet piştî ku garantiyên pêwîst li bara hêzên federal ên li balafirgehên Herêmê hatin raberkirin.