Sibat 18, 2018 19:10 Asia/Tehran
  • Hevdîtina Zerîf û Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê li rex Konferansa Ewlehîyê ya Monîxê bi wezîrê karên derve yê Îranê re gotûbêj kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Nêçîrvan Barzanî îro danê êvarê li rex Konferansa Ewlehîyê ya Monîxê bi Mihemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê re têkildarî meseleyên herî girîng ên navçê rawêjkarî kir. Ev hevdîtina piştî axavtina Zerîf li Konferansa Ewlehîyê ya Monîxê pêk hat.

54`emîn Konferansa Ewlehîyê ya Monîxê ku eva sê roj in destpê bûye, bûye navenda rawêjkarîyên dîplomatan û rayedarên berevanîyê yên welatên cîhanê.

Rola YE`yê wek aktoreke cîhanî têkildarî pêşerojê û peywendîyên wê digel Rûsya û Amerîkayê, berfirebûna gefa dijî pergala cîhanî, gêreyên li Rojhilata Navînê nemaze peywendîyên aloz ên di navbera welatên dorhêla Kendava Farsê de û alûgurên sîyasî yên Afrîqayê ji wan mijaran in ku li Konfiransa Ewlehîyê ya Monîxê tên hilkolandin.

600 mêvan ji seranserî cîhanê li Konfiransa Ewlehîyê ya Monîxê pişkdar in û meseleyên ewlehîya cîhanê yên wek şer, têrorîsm û qeyrana penaxwazan di destûrkara pişkdarên vê konfiransê de ne.