Sibat 17, 2018 16:50 Asia/Tehran
  • Hûrgilîyên hevdîtina Barzanî û Ebadî li Monîxê

Rawêjkarê Civata Bilind a Ewlehîya Kurdistana Iraqê ragihand ku li hevdîtina serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Iraqê hewil hat dayîn pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bên çareserkirinê û Hewlêr li benda pêngavên Bexdayê ye.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Kurdpress`ê, piştî hevdîtina Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê û Heyder Ebadî serokwezîrê vî welatî li rex Konfiransa Ewlehîyê ya Monîxê, Mesrûr Barzanî Rawêjkarê Civata Bilind a Ewlehîya Kurdistana Iraqê jî ku li vê hevdîtinê amade bû têkildarî hûrgilîyên vê hevdîtinê got ku her du alî yê di demeke kurt de pêngavên piratîkî ji bo çareserkirina nakokîyan rakin. Mesrûr Barzanî herwisan got: Armanca vê hevdîtinê çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ye.

Hatîye ragihandin ku têkoşîna li hemberî têrorîsmê û nehîştina nakokîyan ji mijarên gotûbêjên desteya Herêma Kurdistanê û Ebadî bûne.