Çile 22, 2018 18:34 Asia/Tehran
  • Pêgirîya Nêçîrvan Barzanî ser berfirekirina peywendîyên aborîyê yên digel Îranê

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê tevî ravekirina encamên seredana xwe ya Têhran û Bexdayê, têkildarî alûgurên Efrînê dilgiranîya xwe dîyar kir.

Li gorî rapora malpera televîzyona Rûdaw`ê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê li koma nûçegihanan li bajarê Hewlêrê tevî ku ji ber pêşwazîya germ ji desteya Herêma Kurdistanê li Têhranê sipasîya berpirsên Îranê kir, got: Li seredana Têhranê bi berpirsên îranî re têkildarî berfirekirina peywendîyên aborîyê yên di navbera Hewlêr û Têhranê de rawêjkarî û gotûbêj hat kirin.

Barzanî bi pêgirîya ser vê yekê ku Herêma Kurdistana Iraqê bi dû berfirekriina peywendîyên aborîyê digel Îran û Tirkîyê ye, ragihand: Kurdistana Iraqê dê wek berê faktora sereke ya istiqrar û ewlehîyê li navçê be.

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê têkildarî opêrasyona artêşa Tirkîyê li devera Efrîna Sûrîyê jî got: Kurdistana Iraqê ji ber bûyerên li Efrînê dilgiran e û hêvîdar e ku ev pirsgirêka di dema herî zû da bi berdêlên herîkêm were çareserkirin.

Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser hevdîtina xwe ya vê dawîyê digel Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê û got: Li vê hevdîtinê pêgirî li ser pêwîstîya çareserkirina nakokîyan anegorî destûra bingehîn hat kirin û pêkanîna hin komîteyên têkildarî nift, derîyên sînorî û balafirgehan hatin hilkolandin û her du alîyan li bara deverên kêşeliser û cihanîna madeya 140 a destûra bingehîn di vî warî rawêjkarî kirin.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê şemîyê şevê giheşte Têhranê û roja yekşemê bi Hesen Rûhanî serokomar, Elî Larîcanî serokê meclisê û Elî Şemixanî sêkrêtêrê konseya bilind a ewlehîya netewî ya Îranê re hevdîtin û gotûbêj pêk anî.