Taximek ji dîwana çavdêrîya aborî ya Iraqê gihêşt Hewlêrê
Li çarçoveya hewldana Hewlêr û Bexdayê ji bo çaresrkirina mesela mûçên paşdeketî yên kedkarên Herêma Kurdistana Iraqê, taximek ji dîwana çavdêriya aborî ya vî welatî gihêşt hewlêrê.
Li gorî rapora Mêhr Newsê û ji zarê Şefeq Newsê, taxima dîwana çavdêriya aborî ya Iraqê ku îro duşemiyê gihêşt hewlêrê biryar e bi baldarî dosiya miaşên paşdeketî yên kedkarên dayireyên perwerde û tendrustiyê li Herêma Kurdistana Iraqê hilkole.
Hefteya buhurî piştî civîna komîteyên teknîkî yên Bexda û Hewlêrê, pêşketinek li bara dayîna mûçeyên paşdeketî yên kedkarên du dayireyên perwerde û tendurtiyê yên Herêma Kurdistanê hasil bû.
Ji ber ku Herêma Kurdistana Iraqêbêyî îzna dewleta Navnedî, nifta vê navçê difroşe, Dewleta Iraqê jî raghandibû ku dayîna mûça kedkarên dewletê li vê navçê divê ji sûda firotina niftê cih were û Hewlêr berpirsê dayîna miaşa kedkarên dewletê ye.