Çile 20, 2018 18:16 Asia/Tehran
  • Alîkariya 365 mîlyon dolarî ya Amerîkayê bo Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistana Iraqê

Cîgirê serokê komîsyona karûbarên Pêşmergeyan li Parlimana Herêma Kurdistanê, ragihand ku Amerîka li dewama alîkariyên xwe bo hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê, wê 365 mîlyon dolarên din bide van hêzane.

Li gorî rapora Kurdpress`ê, Dilêr Mawetî, li hevpeyvîna bi Malpera Nûçeyan a Xendanê re got ku ji midehekê beriya niha ve planek ji aliyê welatên Amerîka, Ingilistan û Almanyayê ve, bona alîkariya bo organîzekirina hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê cih tê.

Wî herwiha got ku Amerîkayê dil heye ji bilî alîkariya xwe ya berê ya 415 mîlyon dolarî bo Hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê, 365 mîlyon dolarên din jî wê alîkariya van hêzana bike lê ev biryar heya niha nehatiye cî.

Amerîkayê piştî operasyona azadkirina Mûsilê, di çarçoveya protokola îmzebûyî  ya ligel wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê de, 415 mîlyon dolar bona alîkariya bo van hêzane bi taybet dayîna miaşa wan, daye wezareta Pêşmerge ya herêma Kurdistana Iraqê.