Çile 16, 2018 10:58 Asia/Tehran
  • Herêma Kurdistana Iraqê daxwaza navbeynkariya Rûsiyê navbera Bexda û Hewlêrê kir

Çavkeniyeka agah a nûçeyan ragihand ku Herêma Kurdistana Iraqê daxwaza navbeynkariya Rûsiyê ji bo çareserkirina nakokî û kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê dike.

Li gorî rapora Klûba Nûçegihanên Ciwan (YJC) ji zarê Sputnik`ê, sê mehan piştî lidarxistina Giştpirsîna serxwebûnê li Herêma Kurdistana Iraqê, pêwendiyên navbera Bexda û Hewlêrê hema wisa pirrkêşe û aloz e.

Çavkaniyeka agah li Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku Hewlêr dixwaze ku Rûsiye bi lîstina rola navbeynkar di navebra Hewlêr û Bexdayê alîkariya çareserkirina qeyrana dîplomatîk û nakokiyên heyî bike.

Wê çavkaniyê ragihand ku Hewlêr daxwaza navbeynkariya Moskoyê navbera Herêma Kurdistana Iraqê û dewleta navendî ya vî welatî dike.

Vê çavkaniya agah her wiha ragihand: ``Hewlêr dixwaze Rûsiye alîkariya Herêma Kurdistana Iraqê bike ku nakokiyên xwe digel dewleta fermî ya Iraqê li ser esasa qanûnê û li şêwazeka dîplomatîk çareser bike. Herêma Kurdistana Iraqê Rûsiyê wek dostê Hewlêrê û Rojhilata Navînê dizane û li ser vê bawerê ye ku dikare ji bo çareserkirina vê qeyranê û girtina pêşiya gurrbûna kêşeyên navbera du aliyan alîkariyê bike``.

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê, Nêçîrvan Barzanî heta niha bi caran daxwaza dewama gotûbêjan ji bo hevhatina bi dewleta Iraqê ra kiriye û tevî hevdîtina bi rayedarên çend welatên endamê Yekîtiya Ewropayê ji wan xwestiye ku ji bo destpêkirina gotûbêjan zextê bînin ser Bexdayê.