Çile 16, 2018 10:55 Asia/Tehran
  •  Balefirgehên Herêma Kurdistana Iraqê tên vekirin

Îro taximek ji wezareta karên hundir a Iraqê gihêşt Hewlêrê da ku tev rayedarên Herêma Kurdistanê li bara mesela derbasgehan û vekirina balefirgehên Hewlêr û Silêmaniyê gotûbêjê bike.

 Li gorî rapora Afkar News`ê, çavkaniyên  agehdar raghandin ku du taximên  dewleta  fedral û Herêma Kurdistana Iraqê, duh naku duşemiyê li civîna Hewlêrê li bara vekirina balefirgehên  vê navçê û dayira hevpar a derbasgehan  li hev kirin.

Şemiya buhurî taximek ji wezareta navxweyî ya Herlêma Kurdistanê sefera Bexdayê kiribû û bi taximek ji wezareta karên hundir a Iraqê li bara meselan  şêwirîbûn û îro jî taximek ji wezareta karên hundir a Iraqê gihêşt  Hewlêrê da ku bi rayedarên  Herêma Kurdistanê li bara mesela derbasgehan û vekirina balefirgehên  Hewlêrê û Silêmaniyê gotûbêjê bike.

 Hîn  ev nûçeya bi fermî nehatiye raghandin lê Kanala Rûdawê ev nûçeya bêyî ku bala xwe bide ser hûrgilî û bernama vekirina balefirgehên  Herêma  Kurdistanê, weşand.