Çile 15, 2018 20:08 Asia/Tehran
  • Lihevkirina seretayî ya Hewlêr û Bexdayê têkildarî rakirina qedexeya geştên navnetewî yên Herêma Kurdistana Iraqê

Hin çavkanîyan li Herêma Kurdistana Iraqê ragihandin ku Bexda û Hewlêrê têkildarî rakirina qedexeya geştên navnetewî yên vê navçê bi awayekî berayî lihev kirine.

Li gorî rapora malpera Şafaq a Iraqê, desteyeke wezareta karên hundur a Iraqê duh giheşte Herêma Kurdistana Iraqê û li hevdîtina digel rayedarên vê herêmê têkildarî rakirina qedexeya ser geştên navnetewî li balafirgehên Herêma Kurdistana Iraqê, bi wan re bi awayekî seretayî lihev kirin.

Li gorî vê raporê, desteya Bexdayê û dayra tiranzîta Herêma Kurdistana Iraqê mêkanîzmeke hevpar ji bo rakirina qedexeya ser balafirgehên Hewlêr û Silêmanîyê bi dest xistin û rêketinameyek di vî warî de wajo kirin.

Berpirsên balafirgeha Hewlêrê jî ev nûçeya piştrast kirin û ragihandin ku bi zûtirkê dê geştên navnetewî bo vê deverê destpê bibin.

Biryar e ku encama lihevkirinên desteyên Bexda û Hewlêrê ji Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê re bê ragihandin ta ku ew biryara teqil di vî warî de bide.

Gêreya di navbera Hewlêr û Bexdayê de wê demê gurr û mezin bû ku Mesûd Barzanî serokê berê yê Herêma Kurdistana Iraqê bi pêngaveke yekalî, giştpirsîya cidabûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê di 25`ê Îlonê de lidar xist.

Bi dû vê yekê Bexdayê li gorî destûra bingehîn, kontrolkirina derîyên sînorî ji destê Hewlêrê istand, geştn navnetewî yên li Herêma Kurdistana Iraqê ibtal kirin û serdestîya xwe li deverên kêşeliser yên wek Kerkûkê ku şarekî niftzêm e, xurt kir.