Biryara PDK`ê têkildarî hilbijartinên Herêma Kurdistanê û Iraqê
Partiya Dêmokirat a Kurdistana Iraqê (PDK) ragihand ku dê bi lîsteyeke serbixwe beşdarî hilbijartinên Herêma Kurdistana vî welatî bibe û ji bo hilbijartinên Iraqê jî diyar kir ku naxwaze partiyên kurd bi lîsteyên cuda tevlî hilbijartinên parlamantoya Iraqê bibin.
Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê ji Hewlêrê, serokê koma PDK`ê ya parlimana xwecî ya Herêma Kurdistanê Umêd Xoşnav ragihand ku" îro polîtbîroya PDK`ê civînek li dar xist û têde biryar wergirt ku bo hilbijartnên parlimantoya Herêma Kurdistanê bi lîsteke serbixwe beşdar bibin û hîç hevpeymanyekê ligel ti partîyeke din pêk neyne.``
Wî têkildarî beşdariya PDK`ê li hilbjartnên lraqê jî got" heta niha PDK`ê biryara teqil û vebirr nedaye û ji Yekêtiya Niştîmaniya Kurdistanê xwastiye ku hemû partiyên Herêma Kurdistanê bi yek hevpeymanî û lîsteyê beşdarî hilbijartinên meclisa lraqê bibin.
Serokê koma PDK`ê ya parlimana xwecî ya Herêma Kurdistanê dîyar kir ku PDK`ê naxwaze partiyên kurd bi lîsteyên cuda beşdariyê li hilbijartinên parlamantoya lraqê bikin."
Hêjayî gotinê ye ku heta niha hîn jî dema hilbijartinên Herêma Kurdistana Iraqê nehatiye diyarkirin û Komisyona Bilind a Hilbijartinan jî xwestiye ku hilbijartin di roja 30`yê Nîsana bê de werin lidarxistin.
Hikûmeta Iraqê jî biryar daye hilbijartinên Iraqê di 19`ê meha Gulanê de werin lidarxistin lê divê Parlementoya Iraqê jî li ser li hev bikin û biryar e ku roja pêncşemê ser vê yekê biryarê bide.